Serok Barzanî peyamak ji bo Cejna Cemayê belav kir

Serok Barzanî peyamak ji bo Cejna Cemayê belav kir

PeyamaKurd - Serok Barzanî îro bi boneya Cejna Cemayê peyamek belav kir û ev cejna pîroz li Civaka Ezîdî, oldar û hemû xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzidî:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi helkefta Cejna Cemayê ya xwişk û birayên Êzidî, pîrozbahiyeke germ li Civata Ruhanî, oldar û hemû Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dikim.

Hêvîdar im xwişk û birayên Êzidî hemû cejn û helkeftên xwe di aramî û tenahiyê de bi azadane bibine ser. Bi vê helkeftê, xwişk û birayên Êzidî piştrast dikim ku em ê her dem piştgiriyê li parastina maf û daxwazên wan ên rewa bikin.

Bimînin di xêr û xweşiyan de