PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Sêşemê pêşwaziya kesayetiyê diyar a Brîtanî û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê (IDU) Lord Michael Ashcroft kir.
Di civînê de Lord Ashcroft kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê anî ziman, qurbaniyên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û destnîşan kir ku divê rastiya Herêma Kurdistanê li cîhanê baştir bê naskirin.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî kurteyek li ser dîroka xebat û qurbaniyên gelê Kurdistanê li sed salên borî pêşkêş kir û bal kişand ser çanda dewlemend a pêkvejiyanê.
Serok Barzanî her wiha tekezî li ser çareserkirina doza rewa ya gelê Kurd bi rêyên aştiyane kir û li ser rewşa Îraqê jî diyar kir ku pêwîst e hemû alî pabendî destûrê bin da ku aramî û çareserkirina pirsgirêkan pêk were.