PeyamaKurd – Temamê çavê bazara dinyayê daîma li ser biryara faîza Banka Navendî ya Amerîkayê bû. Niha banka faîza xwe ragihand û faîzê 25 baz daxist navbera 3,5 û 3,75an. Fedê di nav salê de 3 cara faîza xwe daxist ku dike 75 baz.
Fedê ragihand ku di sala 2026an de gelek sînordare ku ji çarçova siyaseta pera ya tund derê. Bo sala 2026an Fed ragihand ku bendeya texmîna enflasyonê ji %2,6an daxîst %2,5an. Ev jî nîşan dide ku di enflasyonê de nermbûnekî heye lê wê di wexteka dirêj de dakeve.