PeyamaKurd- Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporeke berfireh li ser ‘Armanckirina Jêrxaneya Enerjiyê li Herêma Kurdistanê (2018-2025)’ belav kir.
Di raporê de hejmarek êrîşên sîstematîk hatin eşkere kirin ku jêrxaneya aborî û enerjiyê ya Herêma Kurdistanê bûne armanc û zirarên mezin ên madî û mirovî peyda bûne.
Li gorî wê raporê, di xwezaya wan êrîşan de di dema heft salên borî de guhertinên xeter çêbûne û li ser çar qonaxan tên parvekirin:
Qonaxa Yekê (2018-2021): Êrîş navber navber û neberfireh bûn, tenê bi merema têkbirin û bêzarkirinê bi rêya moşekên Katyoşa dihatin kirin.
Qonaxa Duyem (2022): Guhertinên bingehîn çê bûn û malên veberhênerên enerjiyê rasterast hatin armanckirin. Bûyerên herî berçav bombebarankirina mala Şêx Baz Kerîm Berzincî li Adara 2022ê bi 12 mûşekên balîstîk û li Nîsan û Gulanên eynî salê jî, Parzinîngeha Kelakê li Deşta Neynawayê hatin armanckirin.
Qonaxa Sêyem (2023-2024): Wan êrîşan rasterast jiyana sivîl û veberhênanê kir armanc, ku yên herî berçav şehîdkirina sermayedar Pêşrew Dizeyî û endamên malbata wî li Berçileya 2024ê û êrîşa bi dronan a li ser Zeviya Kormorê bûn ku bû sedema kuştin çar karkerên biyanî.
Qonaxa Çarem 2025: Têkbirina bi temamî ya sektorên elektrîkê û petrolê.
Wê raportê sala 2025ê wekî "qonaxa çarê” û qonaxa her xeter binav kir, ku armanca wê têkbirina bi temamî ya sektorên petrolê û elektrîkê bû:
Êrîşa pole-dronan (Tîrmeha 2025ê): Êrîşeke hevdem kir ser pênc zeviyên petrolê (Xurmele, Sersink, Pêşxabûr, Tawkê û Şêxan) ku bû sedema rawestandina berhemanîna 220 hezar bermîlên petrolê di rojekê de.
Êrîşa li ser Kormorê (26ê Mijdara 2025ê): Êrîşeke berfireh li ser embara gaza şil a malan (LPG) hat kirin.
Li gorî tabloya ku rewşa elektrîk û enerjiyê berî û piştî êrîşa dawiyê ya 2025ê dide ber hev, zirar bi vî rengî hatine tomarkirin:
Berhemanîna gazê: Ji 750 milyon pêyên sêcarkî daketiye sifirê.
Berhemanîna elektrîkê: Ji 4200 MW daketiye kêmtir ji 1000 MW (yanî windakirina zêdetir ji 3000 MW).
Saetên pêşkêşkirinê: Ji 18 heta 24 saetan, rewş ji bo qutbûna bi temamî li piraniya deveran hatiye guherin.
Erdnîgariya Bandorê: Tarîtiyê bi ser hemî parêzgehên Herêma Kurdistanê, Kerkûk û Nînowayê de girt û hinardekirina enerjiyê ji bo tora neteweyî ya Iraqê jî rawestiya.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dawiya wê raporê tekez kir ku, ev êrîş li ser ewlehiya enerjiya neteweyî û jîngeha veberhênanê li seranserê Iraqê gef in, li dûrî her xwendineke siyasî.