Konsulê Çînê: Wê fabrîkaya telefonan a Hewlêrê 400 derfetên kar çêbike

Dîroka Weşanê :
Konsulê Çînê: Wê fabrîkaya telefonan a Hewlêrê 400 derfetên kar çêbike

PeyamaKurd- Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jiun got, avakirina fabrîkaya telefonên destî li Hewlêrê pêngaveke ji bo pêşxistina pêwendiyan e û ji ber wê jî wê derfeta 400 kes bibin xwedî kar derxe holê.

Di merasîma danîna kevirê bingehîn ê kargeha nû ya çêkirina telefonan li Hewlêrê de Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jiun gotarek pêşkeş kir û got: ‘’Em bi cîdî kar dikin ji bo bihêzkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Komara Çînê, bi taybet ji aliyê aborî ve em dixwazin pêwendiyên xwe gelek kûrtir bikin.’’

Konsulê Çînê diyar kir ku welatê wan hevkar û piştevane ji bo avakirina vê kargehê û armanca wan teknolojiya pêşketî bîne navçeyê û got: ‘’Em kar dikin ji bo kalîteya herî baş di berhemên xwe de nîşan bidin û baweriya bikarhêneran bidest bixin.’’

Fabrîkaya telefonan bi şirîktî û hevkariya Çîniyan tê li Hewlêrê tê avakirin. Wê ev kargeh bibe çavkaniyeke girîng a vejîna sektora pîşesaziyê li Hewlêrê û di qonaxa karkirinê de 400 derfetên kar ên nû ji bo ciwanan û karsazên navxwe ava bike.