PeyamaKurd – Banka Nevendî ya Iraqê rêjeyên 9 mehên sala 2025an ragihand ku tê de di 9 mehan de îtxahalata Iraqê 63 milyar dolare û ev jî nîşan dide ku hema ji derve mal dikirin û hilberîna nava Iraqê gelek keme.
Piraniya îtxalata Iraqê bi destê sektora taybet dibe û reqemên wê 57 milyar û 743 milyon dolare lê îtxalata dewletê miqdarê îtxalata wê 5 milyar û 350 milyon dolar e. Malên ku dewlet dikire piraniya wan ji bilî veberhênanê, bo pêdiviya enerjiyê temîn bikin, berhemên petrolê û pêdiviyên stratejîk in.
63 milyar dolar nîşan dide ku malên di bazara hundir de tên serfkirin ji derve dikirin û perê Iraqê diçe derveyê welat. Dibe ku ev reqem di dawiya salê de bigihê 80 milyar dolarî.