PeyamaKurd - Iraqê Sebah re diyar kir, bo avadaniya parêzgehê divê sûd ji ezmûnên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê wergirtin.
Li gor Parêzgerê Nînowa ragihand, pispor, nirxê ku ziyanên ku DAIŞê li parêzgeha Nînowa dane wek 15 milyar dolar pênase dikin.
Necîm Cibûrî daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir, sûd ji ezmûnên Herêma Kurdistanê wergire û bo avadaniya bajarê Mûsil, bajar û bajarokên din ên Nînowa, wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê berê xwe bide hilberînê.
Parêzgerê Nînowa da zanîn, ku bo avadaniya bajar û bajarokên parêzgehê pêwîstiya wan bi 7 milyar dolar pare heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin