Kurdistan | Amûrên pêsketî yên çandiniyê li cotkaran tên belav kirin

Kurdistan | Amûrên pêsketî yên çandiniyê li cotkaran tên belav kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi dayîna amûrên çandiniyê ji bo cotkarên Kurdistanê kiriye.

Fermangeha medya û zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî di civîneke çapmeniyê de daye xuyakirin: 2Amûrên pêşketî yên çandiniyê bi teqsîd û qistên demdirêj ve dê bidin cotkarên Herêma Kurdistanê û traktor jî di nav de ye.”

Hate diyar kirin ku cotkarên Kurdistanê û xwediyên projeyên ajaldar û sewalkariyê dikin, piştî hin danûstandinên di navbera Wezareta Çandiniyê, banka û kompanyan de, dikarin wan amûrên çandiniyê wergirin û jê sûdmend bin.

Wekî destpêka projeyê jî du traktorên nû û pêşketî ji du cotkarên Herêma Kurdistanê re hatin dayîn û Bêgerd Talebanî spasiya encûmena wezîran kir ku du daxwazên Wezareta Çandiniyê pejirandiye, ku ew jî lêborîna gumrika li ser pêdiviyên çandiniyê û anîna amûrên pêşketî yên çandiniyê û dayîna wan ji cotkaran re bû.

Hêjayî gotinê ye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê plana bihêzkirina sektora çandiniyê daye destpêkirin û bi piştevaniya cotkaran berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin