Li deriyê Îbrahîm Xelîl civîna hêsankiriyê bo bazirgan û geştiyaran

Li deriyê Îbrahîm Xelîl civîna hêsankiriyê bo bazirgan û geştiyaran

PeyamaKurd - Parêzgerê Şirnaxê ligel şandekê serdana Deriyê Îbrahîm Xelîl kir û bi berpirsên aliyên Herêma Kurdistanê re li ser hêsankariyên bo bazirganiyê hevdîtin pêk anî.

Berpirsê Komelgeha Deriyê Îbrahîm Xelîl Hemîd Elî îro 10ê Adarê pêşwaziya Parêzgerê Şirnaxê Bîrol Ekeçi, Serokê Şaredariya Şirnaxê Mihemed Yarka û Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Şirnaxê Osman Halis kir.

Komelgeha Deriyê Îbrahîm Xelîl ragihand, her du aliyan di civînê de danûstandin li ser mekanîzmayên zêdetir hêsankariyan ji bo bazirganan di navbera her du aliyan de kirin.

Herwiha her du aliyan tekezî li ser kir ku divê hêsankarî bibin sedema zêdetir lihevguhertinên bazirganî yên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê û çûnûhatina geştiyaran di navbera her du aliyan de.

Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.