Îranê gefên nû li Kurdistanê kirin

Îranê gefên nû li Kurdistanê kirin

PeyamaKurd -  Sererkanê Artêşa Îranê Muhemed Baqirî ji bo êrişa Pasdaran li dijî pêşmergeyan li Herêma Kurdistanê got: "Berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê û yên HDK di sala 1996an de bi awayekî nivîskî soz dan ku hîç operasyonekê li axa Îranê bicih neynin lê, bi handana Amerîkîyan peyman şikandin û karên têrorîstî dikin."

Sererkanê Artêşa Îranê wiha cih da îdiayan: "Piştî operasyon û liv û tevgerên komên têrorîst li Îranê, ew hatin hişyarkirinê û heta berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê jî ew komana agahdar û hişyar kirin lê, wan komana guh nedanê."

 Baqirî bi gotina ku Komara Islamî ya Îranê rê nade ev bêewlehîtiya bidome, pêgirî kir: "Heke liv û tevgerên komên têrorîst bidomin, Îran dê bersiveke tund û serkutkir bide."

Herwiha Baqirî ji Kurdistanê û Iraqê xwest ku pêşmergeyên PDKIyê teslîmî wan bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin