YEyê hinek tarîfên baca gumriyê heya Nîsanê paşde da

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê li hemberê tarîfên DYAyê yên ku ji bo hesinê pola û alûminyûmê baca gumrikê danî bû ser Ewrûpayê, Ewrûpa baca hinek ji berhemên ji DYA bikire paşde xist heya nîvê meha Nîsanê. Sedema wê jî; bo muzakereyên wan dewam dikin.
Di zîrwa YE de, serokwezîrê Almanya Olaf Scholz axifî û got ku wê tarîfên Trump di salên pêşiya me de, wê bike ku krîza aboriyê çêbibe.
Seroka komisyona YEyê Ursula von der Leyen jî got ku li hemberê tarîfên DYAyê yên pola û aluminyumê, tedbîrên ku sitendine heya nîvê Nîsanê paşde xistine. Leyen got:
“Di mijara tarîfan de em bi DYA re hevdîtinên germ dikin. Me biryarê dayê bê em ê kengê tarîfeyan bidin destpêkirin. Me dev ji bersivdana DYAyê bernedaye û tedbîrên me heya 26 milyar Euroyî hene. Ev jî dike beramberê tarîfên DYAyê yên bi 28 milyar dolarî. Armanca me; em mêzênekî bo berheman deynin, berjewendiyên hilberîner, îxracatvan û serfkarên xwe bidin ber çav û bandora wê li ser aboriya xwe daxînin asta herî kêm.”
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.




