PeyamaKurd- Rayedarên Teşkîlata Hevkariya Îslamî, bi rêya daxuyaniyekê bang li sazî û dezgehên navneteweyî kir ku ji bo Filîstîniyên girtî yên nexweş ku li girtîgehên Îsraîlê ne, serbest bên berdan, bikevin nav hewildanan.
Di daxuyaniya nivîskî ya teşkîlatê de hat diyarkirin ku di serî de Nasir Ebu Hemîd ê ku nexweşê pençeşêrê ye, ji bo ku girtiyên nexweş, zarok, temendar û jin ên Filîstînî yên li girtîgehên Îsraîlê girtî ne, demildest serbest bên berdan, bang li qada navneteweyî hat kirin ku dest bi hewildanan bikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Filîstînî, bi awayekî keyfî di girtîgehan de tên rawestandin û ji mafên xwe yên bingehîn û yên dermankirinê bêpar tên hiştin.
Li ser heman mijarê, ji aliyê Cemiyeta Dîlgirtiyan jî hat ragihandin ku ji sala 1967an û bi vir ve ye, ji 231 Filîstîniyên di girtîgehên Îsraîlê de can dane, 73 jê ji ber bêderfetiyên dermankirinê jiyana xwe ji dest dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin