PeyamaKurd – Serokwezîrê hikûmeta Wîfaq a Trablûsê Fayiz es-Serac fermand da ku demildest agirbest bê ragihandin û hemû operasyonên leşkerî jî werin rawestandin.
Beriya niha jî hikûmeta Tobrûkê ya hêzên General Xelîfe Hefter li Qahîrê amadebûna xwe bo agirbestê eşkere kiribû, lê hikûmeta Wîfaq a Tirkiye piştevaniya wê dike ew agirbest red kiribû.
Beriya vê daxuyaniya Serac, General Xelîfe Hefter ku hêzên wî qadên mezin ên petrolê kontrol dike ragihandibû ku wan bi awayê demkî blokaja ser petrolê rakiriye û rê li ber bazirganiyê vekiriye.
Hat ragihandin ku îro 21ê Tebaxê Serokê hikûmeta Wîfaqê Fayiz Serac, ferman daye hemû operasyonên leşkerî werin rawestandin û demildest agirbest bê ragihandin.
Herwiha Serac gotiye, pêwîst e li herêmên Sirte û Cufrayê yên stratejîk jî deverên aram yên bêçek werin pêkanîn ku ev yek daxwaza Almanya û Fransayê bû jî.
Derbarê vê fermana Serac de hîn ji aliyê Tirkiyê ve ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin