CNN: Trump fermana rawestandina hevdîtinên bi Îranê re da

CNN: Trump fermana rawestandina hevdîtinên bi Îranê re da

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya kanala CNN Internationalê ku dispêre rayedarên Amerîkî, Serokê DYAyê Donald Trump roja sêşemê ferman da tîma xwe ya muzakereyê ku hemû hevdîtin û pêwendiyên bi Îranê re bisekinînin.

Hate ragihandin ku Trump ji ber ku Îran daxwazên DYAyê qebûl nake nerazî ye û ew dixwaze li bendê be heta ku rêveberiya Tehranê ji bo lihevkirinê sînyaleke nû bide.

Her wiha hate diyar kirin ku Qesra Spî di şûna êrîşên nû de berê xwe daye stratejiya zextê da ku bi demê re aboriya Îranê lawaz bike.

Di vê çarçoveyê de Wezîrê Xezîneyê yê DYAyê Scott Bessent ragihand ku ew ê cezayên girankirî yên ku "heta niha nehatine dîtin" li ser Îranê bisepînin.

Trump bixwe jî li ser medyaya civakî eşkere kir ku ti hevdîtineke plankirî bi Îranê re tune ye.

Piştî ku maweyê 60 rojî yê Hevtêgihîştina Îslamabadê bi dawî bû, ji ber nakokiyên li ser Tengava Hurmizê û mercên rawestandina şer, paşeroja danûstandinan jî kete rewşeke nediyar.