PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Elî Tatar ragihand ku bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 3 navçeyên parêzgeha Dihokê wê bibin bajarok.
Di çarçoveya xebatên kabîneya 9an a Herêma Kurdistanê ên ji bo hêsankirina karûbarên welatiyan, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 3 navçeyên ser bi parêzgeha Dihokê dê bibin bajarok.
Di civîna çapemeniyê ya îro de Parêzgarê Duhokê Elî Tatar got: "Li Dihok û Akrê bi piştgiriya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) gelek proje hatin bicihanîn.”
Elî Tatar her wiha ragihand ku li navçeya Simelê jî gellek projeyên xizmetguzariyê têne pêkanîn.
Tatar da zanîn ku bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wê navçeyên Misirik, Şarya û Tenahî yên Duhokê bibin bajarok û got:
"Hemû projeyên ku hatine rawestandin, wê ji nû ve bêne destpêkirin û bê cudahî wê xizmeta hemû navçe, gund û deveran bê kirin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin