PEN a navnetewî ji bo Demirtas bangewazî kir

PEN a navnetewî ji bo Demirtas bangewazî kir

PeyamaKurd - Yekîtiya Nivîskaran a Navnetewî PENê endamtiya Selahattîn Demirtaş a rumetê ragihand û bangewaziya serbest berdana wî kir.

PENê bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) ya 20ê Mijdara 2018an û xwest ew biryara ji aliyê Tirkiyê ve were cîbicîkirin.

PENê herwiha endamtiya rûmetê ya Demirtaş jî ragihand û bi bîr xist ku kitêba wî ya bi navê ‘Seher’ a çîrokan bi çend zimanan hatiye wergerandin û rêjeyeke baş a firotinê bi dest xistiye.

Di daxuyaniya PENê de hat diyarkirin, PEN a Almanya, Meksîka û Katalonyayê Demirtaş wekî endamê rûmetê hilbijartiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin