PeyamaKurd – Pirtûka zarokan a nivîskara jin Rojbîn Ozkan bi navê “Serê Bajarekî Çîrokek Rêwîtîya Rewend - 1” ku ji weşanxaneya Lorya hatiye çapkirin, gihîşt ber xwendevanên xwe yên piçûk.
Pirtûka çîrokan a ku ji bo zarokan hatiye amadekirin, ji 10 bajarên Kurdistanê çîrokan hildigire nav xwe ku bi zimanê kurmancî latînî û devoka koçerên Kurdistanê hatiye nivîsîn.
Di pirtûkê de bi çîrokan danasîna bajarên Kurdan û kultura wan tê kirin.
Beriya niha jî kitêbên Rojbîn Ozkan ên bi navên, Zarokên Heskifê û Stêrkên Behiştê ji weşanxaneya Nûbiharê hatibûn çapkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin