PeyamaKurd- Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê, Festîvala Yekem ya Fîlmên Mobîlan ji bo çend fîlmên hilbijartî yên ku bi mobîlan hatine çêkirin li dar dixe.
Sazkarê festîvalê Nejad Necim ragihand: “Pişka Çalakiyan a Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê komxebatek ji bo çêkerê fîlman Serkewt Tariq li dar xit, ku ji derveyê Kurdistanê vegeriyaye welat da ku komxebatekê ji bo 21 xwendekaran li dar bixe.”
Sê ji xwendekaran bi rêya serxet (online) ji Îranê û bajarên din ên Kurdistanê tevlî wê komxebatê bûne. 17 xwendekaran di dema mehekê de bi rengekê rasterast zêdetirî 35 fîlman rojane çê kirine. Ji wan 35 fîlman, 25 fîlm hatine cudakirin. Ji wan fîlman jî, pareka din dê bê derxistin û fîlmên herî baş dê ji bo wê festîvalê bên hilbijartin.
Nejad Necim diyar kir: "Em dê di wê festîvalê de mafûra sor ji bo xwendekaran raxin, em dê ahengekê jê re çê bikin em dê piştgiriyê bidin wan da ku di paşerojê de li ser çêkirina fîlmên mobîlan berdewam bin, ji ber ku ew fîlm bi mobîlan hatine girtin û hemî lîstikvanî jî her ji hêla wan bi xwe ve bûye."
Necim da zanîn: “Di wê festîvalê bi dirûşma "Werin em Kerkûkê bikin bajarê herî xweşik" kar li ser şûnwar û jîngehê tê kirin. Em jî wekî hunermend piştgiriyê didin paqijiya Kerkûkê da ku bajar xweşiktir bikin. Çêkerên fîlman jî gelek bi girîngî temaşayî vê festîvalê dikin û ez hêvîdar im feydeyekê baş hebe.”
Biryar e ku Festîvala Yekemîn a Fîlmên Mobîlan li Kerkûkê 19 Çileyê 2025an li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê bê lidarxistin.