PeyamaKurd – Dezga Xizmeta Ewlehiya Ûkraynayê (SBU) ragihand ku keştiya ‘aîdê filoya siya Rûsyayê’ ye, li lîmana Odessayê dest daniye ser. SBU ragihand ku keştî xizmetê ji Rûsya re dike û berhemên çandiniya Ûkraynayê di rêya ne rewa de hildigre û dibe derve. Lewra dest daniye ser keştiya barhilgira barên ziwa.
SBU, di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser Telegramê daxwuyaniya xwe da, got keştî di bin ala welatekî Afrîka de çûye lîmanê, xwe amade dikir da borûyên pola îxrac bike.
Di çarçova lêpirsînê de hat tesbîtkirin ku keştî gelek caran çûye Kirim a ku di bin kontrola Rûsya de ye. Hat tesbîtkirin ku keştî berya şer destpêbike 7 cara bo federasyona Rûsyayê çûye lîmana Sivastopolê da berhemên çandiniye bibe.
Hem navê xwediyê keştiyê di nav lîsta reş ya Ûkrayna de ye.