Bi navê qezayê jina xwe bir nexwesxanê lê hat famkirin ku lê xistiye

Dîroka Weşanê :
Bi navê qezayê jina xwe bir nexwesxanê lê hat famkirin ku lê xistiye

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Akçakale Mehmet Bertan li malê têr li jina xwe dixe û wê birîndar dike. Bertan difikire ku jina wî miriye û bo esasê meselê veşêrê xwest weka qeza trafîkê nîşan bide. Ereba ku xistibû nav zeviyê û rewşa qezayê dayê, Helime Bertan tê de bi birîndarî hat dîtin û ew birin nexweşxanê.

Li nexweşxanê doktor famkirin ku rûdan qeza nîne û Mehmet Bertan li jina xwe Helime Bertan xistiye. Cendirme Mehmet Bertan xist binçav.

Doktoran tesbît kirin ku derbên li ser bedena jinikê û yên qezayê neweka hevin û qeza çênebûye û zilam li hemberê jina xwe şiddetê kiriye. Mehmet Bertan wisa fikiriye ku jina wî miriye û lewra xwestiye weka qeza trafîkê nîşan daye.

Helime Bertan di beşa hûrlênêrînê de ye û jiyana wê di talûkê de ye.