576 kîlometreyênçargose erd li Herêma Kurdistanê ji mayinan hat paqijkirin

Dîroka Weşanê :
576 kîlometreyênçargose erd li Herêma Kurdistanê ji mayinan hat paqijkirin

PeyamaKurd – Her çend 576 kîlometreçargoşe ji 779 kîlometreçargoşe deverên mayînkirî yên li Herêma Kurdistanê hatine paqijkirin jî, heta niha 13,600 kesan ji ber teqîna mînan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî Peymana Ottawayê, diviyabû heta sala 2018an tevahiya Iraqê ji mayin û teqemeniyan were paqijkirin.

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Mayinan li Herêma Kurdistanê, Cebar Mistefa ji K24 re gotiye, "Diviyabû ku Iraq û Herêma Kurdistanê heta sala 2018an bi tevahî ji mayin û teqemeniyan werin paqijkirin, lê ev yek nehat bidestxistin, ji ber vê yekê dem 10 salan hatiye dirêjkirin."

Serokê Rêveberiya Karûbarên Mayinan a Duhokê Ebdulezîz Muhammed Salih, mînan wekî "dijminekî veşartî" bi nav kir.

Muhammed Salih got, "Karmendên me her kêliyê ku ji malên xwe derdikevin bi fedakarî dixebitin. Em her roj bi tîmên xwe re bêyî navber zeviyên mayînan paqij dikin."