PeyamaKurd – Girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Zelle, piştî ku 507 rojan di girtîgehê de ma, ji Dadgeha Rejîma Îranê ya li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, cezayê bidarvekirinê lê birî.
Li gorî zanyariyên Saziya Mafên Mirova a Hengawê, Ramîn Zelle yê xelkê Nexedeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Şaxa 1emîn a Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ve ya bi serokatiya Dadwer Siyamî hat darizandin. Dadgehê bi tohmeta “serhildan“ û endamtiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), cezayê herî giran li vî girtiyê Kurd birî.
Ev biryar roja 6ê Kanûna Pêşîn li Zindana Navendî ya Nexedeyê bi awayekî fermî ji Ramîn Zelle re hatiye ragihandin.
Çavkaniyên agahdar diyar dikin ku pêvajoya dadgehkirina Zelle gelekî neadilane bûye. Rûniştinê bi tenê çend deqeyan dewam kiriye, bi awayekî neşefaf bi rê ve çûye û mafê girtina parêzerekî diyarkirî jî nedane wî.
Hengaw bi bîr dixe ku Ramîn Zelle di 22yê Tîrmeha 2024an de ji aliyê Îstixbarata Nexedeyê ve hatibû girtin û piştre ew xistine girtîgeha navendî ya wî bajarî.