PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê ragihand ku dê tezmînatê bide hemû mexdûr û qurbanên lehiyên mezin ên 9ê Kanûna Pêşîn ên li Herêma Kurdistanê û deverên din.
General Cafer Betat, Serokê Navenda Rêvebiriya Krîz û Karesatên Neteweyî ya di bin Wezareta Navxwe ya Iraqê de, îro li Kerkûkê di civîneke rojnamevanî de ev yek eşkere kir.
Betat diyar kir ku şandeyeke hikûmeta niha li Kerkûk û navçeyên wê ye ji bo nirxandina zirarên lehiyê. Piştî temamkirina kar li Kerkûkê, şande wê serdana Çemçemal û deverên din ên ziyandar bike.General Betat got:
Di navbera Bexda û Hewlêrê de hevahengiyeke tam heye. Birayên me yên li Herêma Kurdistanê lîsteya qurbanî û ziyanên madî yên tevahî amade dikin. Piştî wê, hemû welatî wê li gorî qanûnên Iraqê tazmînatê werbigirin.”
Niha li Kerkûkê pênc gund hîn bê rê, bê elektrîk û bê av in. Betat tekez kir ku piştî çareserkirina van pirsgirêkan, şande wê biçe Çemçemalê jî.
Ji ber lehiyên van rojên dawî li Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Serokê navendê bal kişand ku nûnerekî Herêma Kurdistanê di navenda wan a Bexdayê de heye û hevrêziya di navbera her du aliyan de “tam û bêkêmasî“ ye.
General Cafer Betat di 10ê Kanûnê de bi navê Serokwezîr Mihemed Şîa Sudaniyî hatibû Kerkûkê ji bo şopandina rewşê. Wî herwiha got ku sedema zirara mezin kêmasiyên di binesaziya kontrolkirina lehiyê de ye, bi taybetî tengbûna piran û astengiyên li geliyan. Hukmêta Iraqê soz da ku di demeke nêzîk de hemû mexdûrên lehiyê, bêyî cudahiya navçeyî, tazmînatê bistînin.