MSD: Ji bilî tevlibûna HSDyê di nav Artêsa Sûriyeyê de tu rêyeke din nîne

Dîroka Weşanê :
MSD: Ji bilî tevlibûna HSDyê di nav Artêsa Sûriyeyê de tu rêyeke din nîne

PeyamaKurd – Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê (MSB) di civîna xwe ya heftane ya çapemeniyê de daxuyaniyên giring derbarê geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û peywendiyên bi Amerîkayê re dan.

Wezaretê diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ne pabendî "Peymana 10ê Adarê" ye û tekez kir ku ji bilî entegrasyona di nav artêşa Sûriyeyê de tu vebijarkeke din encamê nade. Li gorî daxuyaniya wezaretê, Tirkiye li bendê ye ku endamên HSDyê ne wekî yekîneyeke leşkerî ya yekparçe, lê bi awayekî ferdî tevlî artêşa Sûriyeyê bibin û hewldanên ji bo qezenckirina demê bêwate ne.

Di daxuyaniyê de her wiha bersiva îdiayên derbarê operasyoneke nû ya li Sûriyeyê jî hat dayîn. Wezaretê destnîşan kir ku ew dîmenên leşkeran ên ku di medyayê de belav bûne û bûne sedema van îdiayan, bi tenê tevgerên guhertina cihê leşkeran ango rotasyona rûtîn in û îdîa kir ku nayê wateya amadekariya êrîşeke nû.

Di dawiyê de, rayedarên wezaretê derbarê mijarên parastina asmanî de jî axivîn. Hat ragihandin ku di mijara S-400an de tu ti guhertin çênebûne, lê ji bo rakirina dorpêçan û vegera Tirkiyeyê bo bernameya balafirên şer ên F-35an, danûstandinên dîplomatîk bi şêwirmendiya avaker bi Amerîkayê re berdewam dikin.