Ali Laricanî seredana Putin kir

Dîroka Weşanê :
Ali Laricanî seredana Putin kir

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê konseya bilind yê ewlehiya Îranê Ali Laricani seredana serokê Rûsyayê Vldimir Putin kir û li koşka Kremlînê bi Putin re hevdîtinekî kir. Li ser hevdîtinê agahiyên zêde nehatin dayîn lê wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku rewşê ji nêz de dişopînin.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li Moskovayê bi rojnamevan re di axaftina xwe de got ku Putin li Koşka Kremlînê Larîcanî qebûl kiriye.

Li ser mijarê berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova li ser pêşdeçûnên li Îranê got:

“Di çarçova diyaloga xwurt ya siyasî ya di navbera Moskova û Tehranê de, li ser hinek pêşdeçûnan em têkiliyan dikin. Em hêvî dikin ku aqil derê pêşiya her tiştî.”