Rûsya: Em destekê didin parastina mafên Kurdan li Sûriyê

Dîroka Weşanê :
Rûsya: Em destekê didin parastina mafên Kurdan li Sûriyê

PeryamaKurd – Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova li ser Sûriyê got ku teref li ser agirbesê li hev kirine, li Rojavayê Firatê şer dewam dike û ji şer endîşe dikin.

Mariya Zaharova, li ser pirsa Rûdawê got ku serokê Rûsyayê Putin bi serokê Sûriyê Ahmed Şara re di 28.01.2026an de, hevîdtin kiriye, li ser rewşa Sûriyê û Rojava axifîne. Zaharova weha got:

“Tevî teref li ser agirbesê gihane peymanê jî, li Rojavayê Firatê û hinek ciyan şer heye û ji wan agahiyan endîşe dike. Li Bakûrê Rojhilatê Sûriyê û li temamê welat, bo wexta dirêj, rêya ku tê de îstîqrar heye, bi diyalogekî berfireh dibe.”

Zaharova ragihand ku bo xwurtkirina yekîtiya netewî, Kurd jî di nav wan de divê berjewendiyên temamê pêkhateyan bidin ber çav.

Zaharova her weha got ku biryarnama jimare 13 ya roja 16.01.2026an ku mafên Kurda dixe bin garantiyê, bi dilxweşî ew qebûl dikin.