Nêçîrvan Barzanî bi sedema Almanya wexta mayîna leşkerên xwe dirêj kir sipasiya Almanya kir

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî bi sedema Almanya wexta mayîna leşkerên xwe dirêj kir sipasiya Almanya kir

PeyamaKurd – Almanya wexta mayîna leşkerên Almanya ya li Kurdistanê û Iraqê ku perwerda Pêşmergeyan dike, dirêj kir. Di dengdana meclisa federal ya Almanya de, mayîna leşkeran ket ber degdanê û mayîna wan bo salekî dinê jî qebûl bû.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî biyara Almanya, di ser hesabê xwe yê medya civakî de sipasiya Almanya kir. Barzanî weha got:

“Ez gelek razî me ku hukumeta Almanya û parlementoya Almanya wezîfa leşkerên xwe ya mayîna li Iraqê û Kurdistanê dirêj kirine. Tehdîda IŞİDê li Iraqê û herêmê dewam dike. Rola ku Almanya di nav koalisyona navdewletî de ya li dijî IŞİDê, bi hevkarên xwe re girtiye ser xwe, bi qedirbilindî em qebûl dikin.”

Li gor biyara hatiye dayîn, wê 500 leşkerên Almanya li Iraqê û Herêma Kurdistanê bo salekî dinê jî bimînin.

Almanya, piştî êrîşa IŞİDê ya sala 2014an û heya niha bo Iraqê û Herêma Kurdistanê hevkare. Rêvebiriya Almanya di vê pêvajoyê de bo ewlehiyê, bergiriyê û desteka mirovî ji 3 milyar Avroyî zêdetir pere serf kiriye.