PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Almanyayê Johann Wadephul û Wezîrê Derve yê Belçîkayê Maxime Prevot, li Berlînê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin û nerazîbûneke tund nîşanî Macarîstanê dan ku pakêta 20emîn a cezayên li ser Rûsyayê û krediya 90 milyon euro ya ji bo Ukraynayê asteng dike.
Wadephul diyar kir ku ev helwesta Macarîstanê xiyanetek e li dîroka wan a têkoşîna azadiyê û destnîşan kir ku di sala 4emîn a şer de Rûsya hîn jî naxwaze aştiyê pêk bîne, lewma divê Ewropa bi yekdengî tevbigere.
Wezîrê Belçîkayê Maxime Prevot jî da zanîn ku rewşa Ukraynayê di vê zivistana dijwar de gelekî giran e û girtina alîkariyên lezgîn wekî "rehîn" ji aliyê Macarîstanê ve, derbaskirina xeta sor e.
Prevot anî ziman ku sebra dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê li ber nemanê ye û xwest ku mekanîzmayên biryardanê yên YEyê werin nûkirin.