Îran: Ger pirsgirêk çekên nukleerî be lihevkirin pêkan e

Dîroka Weşanê :
Îran: Ger pirsgirêk çekên nukleerî be lihevkirin pêkan e

PeyamaKurd- Şêwirmendê Rêberê Olî yê Îranê Elî Şemxanî, dema gera sêyem a danûstandinên Amerîka-Îranê li Cenevre ya Swîsreyê bi navbeynkariya Umanê dest pê kirin daxuyanî da.

Şemxanî têkildarî danûstandinên nerasterast ên bi DYAyê re diyar kir ku ger armanca bingehîn a muzakereyan nehiştina çekên nukleerî be, lihevkirinek bilez pêkan e.

Şemxanî destnîşan kir ku ev yek jixwe bi fetwaya Ayetullah Elî Xamaney û doktrîna parastinê ya Îranê re li hev dike. Herwiha da zanîn ku Wezîrê Karên Derve Ebas Araqçî ji bo peymaneke bi vî rengî xwedî piştgirî û desthilatê ye.