PeyamaKurd – Wezareta kar û barên derve ya Almanya hişyariyê da welatiyên xwe da neçin seredana Îsraîlê û asta geştiyariya ji bo Îsraîlê bi hesêb talûkê bilind kir.
Wezretê ragihand ku welatiyên Almanya bi taybetî neçin Îsraîlê û Qudusa Rojhilat. Wezaretê di hişyariyê de got:
“Pêwiste bi awayekî bilez welatiyên me ji çûna Îsraîlê û Qudsa Rojhilat xwe dûr bixin. Eger derfet hebe welatiyên me yên li Şerîda Xezzayê û Şerîa Rojava terk bikin. Îsraîl bi awayekî fermî hê jî di şer de ye û rewşa ewlehiyê diyar nîne.”