Îran, li hinek ciyên Erebistana Sa’ûdiyê xist

Dîroka Weşanê :
Îran, li hinek ciyên Erebistana Sa’ûdiyê xist

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Erebistana Sa’ûdiyê bi nivîskî daxwuyaniyekî da û tê de got ku Îran li Riyadê û li Rojhilatê welat yê terefê Îranê, li hinek hedefan xistiye lê êrîşên wan têk birine.

Wezaretê got ku Îran êrîşên nerewane û ti mafekî wan tine ku êrîşan kirine û bi tundî êrîşan şermezar kir. Erebistanê got ku tevî Îran dizane ku Sa’ûdî îznê nedaye ku axa wê ji bo êrîşên ser Îranê bêkiranîn jî, êrîşê ser axa Erebistanê kirine.

Wezaretê got ku ne ji bo tola xwe hilde lê ji bo ewlehiya xwe û axa xwe û ji bo parastina welatiyên xwe, wê Erebistan temamê tedbîran bistîne.