Uraloğlu: “Me seferên balafiran yên ji bo 5 welatan da rawestandin”

Dîroka Weşanê :
Uraloğlu: “Me seferên balafiran yên ji bo 5 welatan da rawestandin”

PeyamaKurd – Wezîrê Gihandin û Avahiyên Bingehîn yê Tirkiyê Abdulkadir Uraloğlu li ser şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de ku dewam dike ragihand ku ew seferên balafiran yên ji bo 5 dewletan rawestandine. Uraloğlu got:

“Bi sedema ku talûkeye, me seferên balafiran yên bo welatên Îran, Iraq, Sûriye, Lubnan û Urdinê heya 2 yê Adarê rawestand. Bi heman şêweyê me seferên ji bo Qatar, Kuweyt, Bahreyn, Îmarat û Ummanê yên rojane betal kir. Em ê li gor pêşdeçûnên herêmê, şopandina xwe bikin û biryaran bidin”.

Uraloğlu bi sedema hinek seredanên karî, li Trabzonê daxwuyaniya xwe da û weha dewam kir:

“Piştî êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê, em dibînin ku Îran, Îsraîl û Iraq seha xwe girtine. Dîsa Qatar, Bahreyn, Kuweyt ji bo seha xwe bigrin NOATAMan belav dikin.

Niha li Îranê balafirekî THY û yek jî yê Pegasusê rawestiyane. Li gor encama êrîşan em dixebitin da wan bînin Tirkiyê…”