Amerîkayê îdiayên Rûsyayê red kirin: Armanca Ûkaynayê ne Pûtîn bû

Dîroka Weşanê :
Amerîkayê îdiayên Rûsyayê red kirin: Armanca Ûkaynayê ne Pûtîn bû

PeyamaKurd – Karbidestên ewlehiya neteweyî û îstîxbarata Amerîkayê (CIA), îdiayên Moskowê yên derbarê hewldana sûîqesta li dijî Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn red kirin. Amerîkayê ragihand ku di operasyona Ûkraynayê ya bi dronan de, Pûtîn an xaniyên wî ne armanc bûn.

Li gorî nûçeya rojnameya *Wall Street Journalê xwe ku dispêre çavkaniyên îstîxbaratê, Ajansa Îstîxbarata Navendî ya DYAyê (CIA) tespît kiriye ku Ûkraynayê di êrîşa xwe ya bi dronan de Pûtîn hedef negirtiye. Rayedarên Amerîkî diyar dikin ku armanca Ûkraynayê "hedefeke leşkerî" bûye ku li heman herêmê ye, lê ne nêzîkî xaniyên taybet ên Pûtîn e.

Ev daxuyanî piştî îdiayên giran ên Rûsyayê hat. Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di 29ê Kanûnê de ragihandibû ku Ûkraynayê hewl daye bi dronan êrîşî xaniyê fermî yê Pûtîn ê li Novgorodê bike. Lavrov destnîşan kiribû ku ev yek "hewldana sûîqestê" ye û Rûsya dê ji ber vê yekê helwesta xwe ya di danûstandinên aştiyê de ji nû ve binirxîne.

Ji aliyê din ve, Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî bi awayekî fermî ev îdia red kirin û diyar kir ku artêşa wan êrîşî Pûtîn an xaniyên wî nekiriye. Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Andrî Sîbiha jî bal kişand ser wê yekê ku Moskowê heta niha tu "delîlên pêbawer" derbarê vê êrîşa ku tê îdiakirin de pêşkêş nekiriye.

Pisporên ewlehiyê dibêjin ku ev nakokiya di navbera daxuyaniyên îstîxbarata Amerîkî û rayedarên Rûs de, dikare alozî û gumanên li ser pêvajoya aştiyê hîn bêtir kûr bike.