Rageşiya navbera Siûdî û Îmaratê kûr dibe: Pevçûnên eşkere dest pê kirin

Dîroka Weşanê :
Rageşiya navbera Siûdî û Îmaratê kûr dibe: Pevçûnên eşkere dest pê kirin

PeyamaKurd – Hevalbendiya stratejîk a navbera Erebistana Siûdî û Îmaratê di sala 2026an de vegeriya pêşbaziyeke vekirî. Her du welatên ku berê hevalbendên nêzîk bûn, niha li ser dozên Yemen, Sûdan û Somalî li hemberî hev radiwestin.

Krîz bi bombebarankirina bendera Muqalayê ya Yemenê ji aliyê balafirên Siûdiyê ve derket asta herî jor. Riyadê ragihand ku wan keştiyeke çekan a bi ser Îmaratê ve ku ji bo cudaxwazên başûr (STC) diçû hedef girtiye. Piştî vê êrîşê, her du welatan bi awayekî fermî û tund hevdu tawanbar kirin.

Pispor diyar dikin ku ev rageşî ji krîza Qeterê ya 2017an kûrtir e. Dema ku Erebistana Siûdî piştgiriyê dide parastina sînorên dewletan, Îmarat bêtir piştgirî dide komên paramîlîter û cudaxwaz. Ev nakokiya stratejîk nîşan dide ku di sala 2026an de nexşeya hevpeymaniyên Rojhilata Navîn ji nû ve tê xêzkirin.