Amerîkayê li Okyanûsa Pasîfîkê li kestiyekê da

Dîroka Weşanê :
Amerîkayê li Okyanûsa Pasîfîkê li kestiyekê da

PeyamaKurd – Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku li rojhilatê Okyanûsa Pasîfîkê operasyoneke asmanî li dijî keştiyekê pêk aniye û di encamê de 4 kes hatine kuştin.

 Fermandariya Başûr a Amerîkayê (SOUTHCOM) têkildarî bûyerê daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê, keştiya ku roja Pêncşemê hat lêdan, ji aliyê rêxistineke terorîst ve li avên navneteweyî dihat bikaranîn.

Rayedarên leşkerî destnîşan kirin ku îstixbarata Amerîkayê piştrast kiriye ku keştî li ser rêyeke naskirî ya qaçaxçîtiyê tevgeriyaye û barê wê madeyên hişber ên neqanûnî bûye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca vê êrîşê astengkirina torên qaçaxçîtiyê yên rêxistinên terorîst e.