Li Xezeyê pêsketina stratejîk: Îsraîl vedikise, Hemas desthilatdariyê radest dike

Dîroka Weşanê :
Li Xezeyê pêsketina stratejîk: Îsraîl vedikise, Hemas desthilatdariyê radest dike

PeyamaKurd – Di çarçoveya amadekariyên "Qonaxa Duyemîn" a plana Serokê Amerîkayê Donald Trump de lihevkirinek girîng pêk hat.

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, artêşa Îsraîlê dê bi tevahî ji Xezeyê vekişe û di berdêla vê de, Hemas qebûl kiriye ku dev ji desthilatdariyê berde û çekên xwe yên giran teslîm bike.

Tê payîn ku Trump beriya 25ê Kanûnê hûrgiliyên vê planê, ku tê de bicihkirina hêzeke navneteweyî û zêdekirina alîkariyên mirovî jî heye, bi fermî ji raya giştî re ragihîne.