Rejîma Îranê li zindanê Îsfahanê 5 girtî bi dar ve kirin: Ji wan 2 ji Herêma Kurdistanê ne

Dîroka Weşanê :
Rejîma Îranê li zindanê Îsfahanê 5 girtî bi dar ve kirin: Ji wan 2 ji Herêma Kurdistanê ne

PeyamaKurd – Rejîma Îranê roja Sêşemê (02.12.2025) li girtîgeha Îsfahanê 5 girtî bi tohmeta “madeyên hişbir” bi dar ve kirin.

Li gorî Saziya Mafên Mirov an Hengawê, ji girtiyên ku kesên hatine bidarvekirin 2 welatiyên Herêma Kurdistanê yên bi yên navê Şemal Mihemed Reşîd û Erdelan Huseyîn Elî ne ku xizmên hev in.

Sê girtiyên din jî bi navên Şehab Muxtarî, Ebolfezl Qadirzade û Meysem Penahî ne.

Hengawê tekez kir ku medyaya fermî ya rejîmê heta niha derbarê van bidarvekirinan de tu daxuyanî nedaye.