PeyamaKurd – Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê, yekîneyên artêşa Îsraîlê îro serê sibê derbasî nav xaka Sûriyeyê bûn û li gundewarên Quneytra û Derayê operasyon kirin.
Hat ragihandin ku yekîneyeke leşkerî ya bi wesayîtên zirxî yên "Humvee", li gundên Qudne, Eyn Zîvan û Siwêsayê rê girtine û kontrola trafîkê kirine.
SANAyê her wiha da zanîn ku leşkerên Îsraîlî şeva borî jî ketine bajarokê Clemayê yê li rojavayê Derayê û di encama vê serdegirtinê de du kes hatine girtin.