Hikûmeta Şamê li ser entegresyona HSDyê daxuyanî da

Dîroka Weşanê :
Hikûmeta Şamê li ser entegresyona HSDyê daxuyanî da

PeyamaKurd – Tê payîn ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, beriya dawiya vê salê serdana Şamê bike û bi Serokkomarê Sûriyê Ehmed Şera re bicive. Armanca sereke ya vê serdanê, nîqaşkirina qonaxa dawî ya "Peymana 10ê Adarê" û entegrekirina hêzên HSDyê bo nav saziyên dewletê ye.

Li gorî çavkaniyên hikûmeta Şamê, di bin çavdêriya Amerîka, Brîtanya û Fransayê de lihevkirinek çêbûye ku zêdetirî 90,000 endamên HSDyê tevlî Wezaretên Parastin û Karên Hundir ên Sûriyê bibin. Tê payîn ku di nav du rojên bê de ev lihevkirina dawî bi fermî were ragihandin.

Peymana 10ê Adarê ku di destpêka sala 2025an de hatibû îmzekirin, li ser heşt xalan hatiye avakirin. Ev peyman parastina yekparçeyiya axa Sûriyê, rawestandina şer û misogerkirina mafên hemû pêkhateyan, bi taybetî Kurdan, wekî bingeh digire. Li gorî planê, divê pêvajoya tevlîbûna HSDyê ya nav artêşê heta sersalê bi dawî bibe.