PeyamaKurd – Pisporê enerjiyê Ehmed Esker derbarê girêdayîbûna Iraqê ya bi gaza Îranê hişyariyên tund da. Esker destnîşan kir ku ev rewş "qelsiyeke stratejîk" e û rasterast ewlehiya enerjiyê ya welat dixe bin metirsiyê, ku encamên wê yên giran li ser aboriyê hene.
Li gorî daxuyaniya Ehmed Esker, her qutbûn an kêmkirineke di hinardekirina gaza Îranê de dibe sedema windakirina bi hezaran megawat elektrîk. Ev yek bi taybetî di mehên germ ên havînê de dibe sedema krîzên kûr. Esker diyar kir ku kêmbûna elektrîkê welatiyan ber bi jeneratorên taybet ve dibe, lêçûnên hilberînê zêde dike û barê darayî yê ser budceya dewletê giran dike.
Pisporê enerjiyê bal kişand ser wê yekê ku Iraq bi salan e ji ber cezayên Amerîkayê û nakokiyên siyasî yên li ser Îranê bi pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Ew tekez dike ku hiştina ewlehiya enerjiyê di destê çavkaniyeke yekane de metirsîdar e, ji ber ku her pirsgirêkeke teknîkî yan siyasî ya li derve, rasterast bandorê li aramî û jiyana navxweyî ya Iraqê dike.
Ehmed Esker wekî çareserî stratejiyeke nû pêşniyar dike. Li gorî wî, divê Iraq ji şûna girêdayîbûna derve, van gavan bavêje:
otemeniyê.