PeyamaKurd- Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku wan qedexeya vîzeyê li ser Komîserê berê yê Yekîtiya Ewropayê Thierry Breton û çar çalakvanên din sepandiye.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku ev kes bi hewildanên organîze, platformên medyaya civakî yên Amerîkî neçar dikin ku dîtinên hemwelatiyên Amerîkî sansûr bikin û çewisandinê li ser wan pêk bînin. Rubio ev kom wekî "çalakvanên radîkal" bi nav kir û got ku wan bi awayekî sîstematîk axêver û şîrketên Amerîkî hedef girtine.
Thierry Breton li hemberî vê biryarê bertek nîşan da û ev yek wekî "nêçîra sêrbazan a McCarthy" (McCarthy’s witch hunt) bi nav kir. Her çend di destpêkê de navên kesên qedexe li ser wan hatî danîn nehatin eşkere kirin jî, Berpirsa Dîplomasiya Giştî ya Amerîkayê Sarah Rogers li ser platforma X’ê navên wan weşandin. Ev biryara Washingtonê wekî kûrbûna nakokiyên di navbera Amerîka û Ewropayê de, bi taybetî li ser azadiya ramanê û rêziknameyên dîjîtal, tê nirxandin.