PeyamaKurd- Şêwirmenda Serokê Amerîkayê Morgan Ortagus, di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de, hişyarî da Îranê.
Ortagus, got ku ew tevî amadebûna bo destpêkirina danûstandinan digel rejîma Îranê, dibêjin tekane rêya destpêkirina danûstandinan, destberdana bi temamî ya bernameya meyandina Uranyomê ye.
Berpirsa Amerîkî ragihand ku divê Îran amade be ji danûstandineke rasterast û bi wate re.
Ortagus got: “Serok Donald Trump, li her 2 dewreyên Seroktiya xwe destê dîplomasiyê bo aliyê we dirêj kir, lê her carê we destê xwe xiste nav agir, ji agir dûr bikevin û destê dîplomasiya Dolald Tramp bigrin”.