Zelenskiy, bi Witkoff û Kushner re di rêya telefonê de axifî

Dîroka Weşanê :
Zelenskiy, bi Witkoff û Kushner re di rêya telefonê de axifî

PeyamaKurd – Serokê dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy di rêya telefonê de bi nûnerê taybet yê Trump bi Steve Witkoff û zavayê Trump bi Jared Kushner re di rêya telefonê de axifî û li ser qedandina şerê Rûsya û Ûkraynayê behsa muzakereyan kirin.

Zelenskiy di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku di rêya telefonê de behsa muzakereyan kirine û weha got:

“Bo şerê bi Rûsya re bi dawî bikin, bi belge û gavên rasteqîne, em ji dil dixebitin. Em li ser hinek bingehên esasî axifîn. Bo encama hevpar û aştiya mayînde fikrên bi fêde hene. Heyeta me ya wezîfedarkirî jî tevlî axaftinê bû û hem wê sekreterê giştî yê ewlehiya netewî yê me Rostem Umerov jî dê bi Witkoff û Kushner re biaxife.”