PeyamaKurd – Bi qebûlkirina paketa wezareta dadê ya Tirkiyê ya jimare 11em, gelek kes ji zîndanê dertên. Beşek ji wan jî yên girtiyên zîndana Diyaberkirêne.
Xwediyên zîndaniyan li ber derê zîndanê girtiyên xwe bi def û zirne pêşwazî kirin. Kesên berya 31 Tîrmeha sala 2023an hatine girtin, hinek ji wan bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan ku 3 sal zûtir ji kontrola edlî fêde dibînin.
Di nav sûcdaran de kesên ji sûcên terorê, sûcên rêxistinî, kuştinên astengdaran, îstîsmara cinsî û sûcdarên erdheja 6ê Sibatê jê fêde nabînin.