PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu bi rayedarên Îsraîlê yên di asta bilind de bi serokê Şin Betê re li navenda Şin Betê civiyan û bo Îsraîlê ji sanayiya bergiriya derve rizgar bikin, biryarê dan ku di nav 10 salan de bi miqdarê 110 milyar dolarî (350 milyar Şekelê Îsraîlê) veberhênan sanayiya bergiriyê bikin.
Armanca vê veberhênanê ewe ku Îsraîlê ji sanayiya bergiriyê ya ji derve rizgar bikin. Netnayahu ragihand ku dixwaze heya ji destê wî were Îsraîlê bike dewletekî serbixwe. Netanyahu got:
“Pêwsitiya me bi serxwebûnekî temamî heye û hinek platformên hewayî di nav de, em ê hewl bidin ku li Îsraîlê hilberîna xwe bikin. Eger em serbixwe bibin, ne hewceye li hemberê hekaran û zora ji derve tê, zêde hewlan bidin û wê ev bo me bibe destek da em muhtacî derve nebin.”