Li bajarê Rihayê 2 otomobîl li hev ketin: 7 birîndar

Dîroka Weşanê :
Li bajarê Rihayê 2 otomobîl li hev ketin: 7 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêwerekê 2 otomobîl li hev ketin û di encamê de 2 ji wan zarok 7 kes birîndar bûn.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê lê jiyana yekî ji wan di talûkê de ye.

Qeza di km ya 35an de li ser rêya navça Sêwerekê û Wêranşehrê di navbera her dû otomoblîlan de qewimî. Di qezayê de Ali T. (36), Emine C. (39), Ramazan C. (31), Abdulkadir C. (6), Ercan C. û Cansu C. (5) birîndar bûn.

Ercan C. şandin nexweşxana bajarê Rihayê ji ber rewşa wî baş nîn bû.