Li Diyarbekirê jinekî di malê de di nav poşeta gilêşê de mirî hat dîtin

Dîroka Weşanê :
Li Diyarbekirê jinekî di malê de di nav poşeta gilêşê de mirî hat dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Yenişehirê di apartmanekî de di qata 8an de cesedê jinekî di nav poşeta gilêşê de mirî hat dîtin.

Bûyer ber destê êvarê li taxa Fabrîkê çêbû. Demekî dirêje ji jina ku navê wê nehat zanîn xeber nedhat sitendin û mirovên wê telefonê dan 112an.

Li ser xeberdanê polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, derî vekirin û cesedê jinikê di nav poşeta gilêşê de bê tevger û mirî dîtin.

Li ser bûyerê cesedê jinikê birin morga tiba edlî ya Diyarbekirê.