PeyamaKurd- Li Mogadişuyê gel piştî 56 salan cara yekem ji bo hilbijartineke rasterast li ser sindoqan e. Li paytexta Somalî Mogadîşuyê, gel ji sala 1969an û vir ve cara yekem e ku ji bo hilbijartinên herêmî bi awayekî rasterast dengê xwe dide.
Li Mogadîşuyê dengdêr ji bo diyarkirina rêveberiyên herêmî, piştî 56 salan cara yekem ji bo dengdana rasterast ji saet 06.00an û pê ve çûn ser sindoqan. Serokomar Hesen Şêx Mehmûd, ev yek wekî "rûpeleke nû ya dîroka welat" bi nav kir ku li ber sindoqên dengdanê dorên dirêj çêbûn.
Ji bo ewlehiya hilbijartinê nêzî 10 hezar polîs hatin erkdarkirin û qedexeya derketina derve hat ragihandin. Tevgera wesayît û peyayan hat sînordarkirin, herwiha geştên asmanî yên ber bi balafirgeha sereke ve hatin rawestandin. Li gorî daxuyaniya endamê Komîsyona Hilbijartinê ya Neteweyî Abdishakur Abib Hayir, ji bo 390 kursiyên meclîsên herêmî, ji nêzî 20 partiyên siyasî hezar û 605 namzed hevrikiyê dikin. Ev hilbijartin beriya hilbijartina serokomariyê ya sala 2026an, wekî "testekê" tê dîtin.
Li Somalî hilbijartinên rasterast herî dawî di sala 1969an de hatibûn kirin. Çend meh piştî wan hilbijartinan, derbeya leşkerî pêk hat û bû sedem ku sivîl salên dirêj ji hilbijartinan dûr bimînin. Piştî şerê navxweyî yê ku bi ketina lîderê leşkerî Mihemed Siyad Barre ya di sala 1991ê de dest pê kir, di sala 2004an de sîstemeke hilbijartinê ya li ser bingehê eşîrtiyê hatibû destpêkirin; di vê sîstemê de nûnerên eşîran siyasetmedar hildibartin û wan jî serokomar diyar dikir. Serokomarê heyî Hesen Şêx Mehmûd ê ku bi vê sîstemê du caran hatibû ser desthilatê, di sala 2023yan de soz dabû ku di asta herêmî, federal û serokomariyê de derbasî mafê dengdana giştî bibin. Bi qanûna ku di sala 2024an de hat derxistin, beriya hilbijartinên federal ên ku tê payîn di sala 2026an de bên kirin, mafê dengdana giştî ji nû ve hate qebûlkirin.