Parêzerekî Kurd li Meşheda Îranê bi awayekî bi guman can da

Dîroka Weşanê :
Parêzerekî Kurd li Meşheda Îranê bi awayekî bi guman can da

PeyamaKurd – Parêzerekî mafên mirovan ê Kurd, Xusrew Elîkurdî (46), ku bi parastina girtiyên siyasî yên serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" dihat naskirin, li ofîsa xwe ya li bajarê Meşhedê mirî hat dîtin.

Tevî ku dozgeriya Îranê sedema mirina wî wekî "krîza dil" ragihand, hevkar û çalakvanên mafên mirovan dibêjin ku Elîkurdî hatiye kuştin.

Li gorî agahiyên ku parêzer Merziye Mohebî û çalakvanên mîna Cavad Tawaf parve kirine, li ser laşê Elîkurdî şopên lêdanê û şikestina serî hatine dîtin. Tê îdiakirin ku rayedaran kamerayên ewlehiyê yên ofîsê birine û malbat ji agahiyan bêpar hiştine.

Hat ragihandin ku Elîkurdî beriya niha ji ber xebatên xwe yên parêzeriyê hatibû mehkûmkirin û hatibû gotin ku dezgehên îstîxbaratê ew tehdît kirine. Ev bûyer di nav raya giştî de wekî "cinayeteke dewletê" tê pênasekirin.