WSJ: Firotina F-35an ji bo Tirkiyeyê dibe ku bibe sedema şerekî bi Îsraîlê re

Dîroka Weşanê :
WSJ: Firotina F-35an ji bo Tirkiyeyê dibe ku bibe sedema şerekî bi Îsraîlê re

PeyamaKurd – Rojnameya navdar a Amerîkî Wall Street Journal (WSJ), di analîzeke nû de bal kişand ser metirsiya firotina balafirên şer ên F-35 ji bo Tirkiyeyê. Analîstê Îsraîlî Amit Segal di gotara xwe de hişyarî da ku ev gav dikare hevsengiya leşkerî ya li Rojhilata Navîn serûbin bike û bibe sedema şerekî di navbera Enqere û Tel Avîvê de.

Segal diyar kir ku ji ber alozî û daxuyaniyên tund ên Serokkomar Erdogan ên li dijî Îsraîlê, fikarên ewlehiyê yên Îsraîlê gihîştine lûtkeyê. Di analîzê de tê destnîşankirin ku Îsraîl "arezûyên emperyal" ên Tirkiyeyê wekî gefekê dibîne. Her wiha hat gotin ku helwesta Tirkiyeyê ya li ser Xezzeyê û têkiliyên wê bi Hamasê re, firotina van balafiran di çavê Îsraîl û welatên herêmê de dike mijareke krîtîk a ewlehiyê.